Mem Ararat - Gazin

Mem Ararat - Gazin

Sanatçı Mem Ararat
Şarkı Gazin
Kategori Kürtçe Şarkılar
Hit 248
Mem Ararat Gazin indir, Gazin dinle , Gazin Sözleri, Gazin Bedava Mp3 Zil Sesi, Akor
Gazin Şarkı Sözleri

Mem Ararat Gazin Şarkı Sözleri;

Hebû tinebû rahmet li dê û bavê guhdara,
Li rêwiya, li sêwiyê li ber hêt û diwara…
Guh bidin vê çîroka ji dengê bayê barana!
Geli dost û hevala!
Çiroka me destpênake bi merhabayekê…
Destpêdike bi xatirxwestin û çend gazina.
Kulîlkek e Kurdika. Kulîlkek e çiyayî û Kurdistanî.
Çiroka wê ne çiroka şereki ye
Çiroka evînek şikestî û ’emrekî pelweşandî ye.

Ev evîn tayeke sar e
Rê û hesret û adar e
Pêt û agir jê dibare
Çi har e har e har e
Jê dû ketin dilê’m êşî
Dibe tofan erd dihejî
Ne dikuje ne dihêlî
Çi jahr e jahr e jahr e

Lê nêviyê rê bê taqet mam,
Gazî dikim nade alan,
Encax bi te wê bê gulan,
Tu were were were…

Li qirava emrekî şikestî,
Ji bo nîsanê tu buyî hêvî ,
Çava diçe û min dihêlî?
Wa nabe nabe nabe…

Ger tu jî nebe sebra min,
Gul û Kulîlka baxê min,
Wê zivistan be havîna min,
Tim sar e sar e sar e

Dişewitîne êşa kevnar,
Dibe şewta dojehek sar,
Min re dinale kevr û dar,
Ha ware ware ware…

İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER İÇERİKLER
  • Dîno - Hîve Dîno - Hîve ...
  • Hunergeha Welat - Şervano Hunergeha Welat - Şervano Özgürlük şarkısı olarak bilinen Şervano şarkısı dinleyicilere moral adına yapılan hikayeside oldukça farklı bir şarkıdır. Türkiye’nin Rojava’ya operasyonu sonrasında  yayınlanan Şernavo kısa sürede geniş bir dinleyici kitlesine ulaşarak Rojava'nın sembolü haline geldi.Müzisyenler, saldırıyla birlikte halka moral vermek için “Şervano” adlı şarkıyı yaptıklarını söylediler.Haci Musa&...
  • Leyla Göktürk - Birya Kene Teme Leyla Göktürk - Birya Kene Teme ...