Şakiro - Deran Deran

Şakiro - Deran Deran

Sanatçı Şakiro
Şarkı Deran Deran
Kategori Kürtçe Şarkılar
Hit 161
Kanal SesMedia

Şakiro Deran Deran Kürtçe Şarkı Sözleri;

De werî Dêran werî Dêran werî Dêran hey . wayê
Gulê Dêranê Kejikî wêran bişewite li zinêr e ha hey wayê
Ava Corawanî wêran hesenava Delûelo bı dozdeh tişa li ser sax veda ye

îro ji êvar da himî xar e himî mêl e hey wayê
Min dît siwar siwar bûne ji Milazgira tew ra dijêrîne
Siwarê paşîn esedê xalid e,
Siyarê pêş yê selefî siyara Fetulla ye
Siyarê li dawiyê dajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye
Şêl û pêla têlî reşkal Riza ye
Sewta wî sewta kewî nêr e hey wayê
Hemzoyê Hesen bi sê denga bang dikirî
Digo Rizakê ez bi qurban çima tu nizanî
Kejik ji berê da mexelê pezê me yê nêr e hey wayê
Riza bi sê denga li Esed û Fetulla kire gazî
Go em ku îro ji ber kona Şewêşiyan bikişin
Mistefayê Cindî li Hesen Paşa Esediye neyar e
Emê sibê li Milazgira jêrîn çi bidin cewaba apê xwe yê reşkal Mistefa ye
Hera em erqa Şewêşiya biqelînin
Bûkên serbixêlî di ser malê bava da vegerînin
Herkes bila bi destê qîzê xwe bigire
Bibe ji xwe ra bide mêr e hey wayê
 De Dêran Dêran Dêran Dêran
Ezê bi Dêrana Riza û Fetulla û Esed
Her sê siyarê mala bavê xwe bi tenê me
Hêêêê hîîî bê ho yo yooo...

Lê lê Gulê rebenê Kejikî wêran bişewite
Serejêr e ha serejêr e hey wayê
Ava Corovanî wêran, Girecin û Delûelo
Bi dozdeh tîşa di ber da şax vedaye
Min dî sê siwar siwar bûne
Ji Milazgira jêrîn têne fenanî baye hey wayê
Siware Esedê Xalid e,      siyare selefî siyaran Fetulla ye
Siwarê li dawiyê diajo, çûyîn çûyîna Gêjo ye
Şêl û pêla rêlî reşkal Mistefaye reben ez im..
Ebaki li nava mila ye
Hustiyê ebê bi çar tiliyan kilda ye
Hemzoyê Hesen bi sê denga bang dikirî
Digo Rizakê ez qurban çima tu nizanî
Kejik di berê da mexelê pezê bav û kala ye
Riza bi sê denga ba dikirî Esed û fetulla ye
Digo em îro ku bikişin ji ber koma Şewêşiya ye
Mistefayê Cindî li Hesen Paşayê Esedî ye neyar e
Emê sibê li Milazgira jêrin
Çi bidin apê xwe yê reşkal Mistefa ye
Gera em erqa Şewêşiyan biqelînin
Bûkên ser bi xêlî bi ser malî bavan da vegerînin
Herkes bila bi destê qîzên xwe bigire
Bibe ji xwe ra bide mêra ye hey wayê
Herê Gulê rebenê
Bila li me nehata sira sibê bêhna bayê Kejik
Bakî tîne hey wayê
Bila li bejna Esed û Fetulla û Riza
Her sê egîtê mala bavê min nexîne  reben ez im...
Min dî sê siwar siwar bûne ji Milazgira tewra jêrîn e
Siwarê pêşîn Esedê Xêlid e, siwarê selefî siwara Fetulla ye
Siyarê li paşiyê dajo çûyîn çûyîna Gêjo ye
Şêl û pêla têlî reşkal Riza ye
Gêjo kêfê derdixe, di hewadê xwe da direşîne
Tu bala xwe bidê kosteka saetê zêr û zîv e
Di ser qaşa zînê xwe da dihejîne hey wayê
Hemzoyê Hesen bi sê denga li koma şewêşa kir qêrîn e
Go em ê Fetulla û Riza bikujin
Esedê Xêlid dîl bigirin
Bila ji dayê ra şewata sêlê bîne hey wayê
Bûka malê serê xwe bilind kir ji xewa şêrîn e
Go metê marûmê eyb e
Meriv di mala xwe da xeyba mêrê camêr nake
Egîtê mala bavê min bi dil cîgerê xwe guvanîn
Ew peyayê ku ji dayê ra şewata sêlê bînin
Ji wan zilaman nîn in hey wayê
Metê marûmê peyayê mala bavê min gulîbire
Ew mêrê ku li meydanê berdî şêra
Xwe bidi diyaran lê bikî guhdarî û sêra...
Tu bala xwe bidê
Herçî hespê ku ji meydanê têne nava mala
Ez ji tera sond bixum zînî vala
Zenguyê wanî bi xwîn e hey wayê
Peyayê mala bavê min gulikurê
Xêncî xulama kuştinê peyayê bi nav û nîşan
Hesen û Husên, Elî û Mihemed
Hemzo zavayê teze dîl girtine
Daxistine Milazgira hera jêrîne reben ez im
Dengbêjê sibê bikim kilam û meqam
Di civatê mîran û hakiman da rûnên
Êvara da ji xwe ra li hevdu vegerînin hey wayê

De Dêran Dêran Dêran Dêran
Ezê bi Dêrana Riza, Fetulla û Esed
Her sê siwarên mala bavê xwe bi tenê me
Hêêêê hîîî, bê ho yo yooo...
Werî Dêran Dêran Dêran hey wayê
Ezê bi destê her sê egîtê mala bavê xwe bigirim
Di ser ra derbaskim fenanî karê karxezala reben ez im
Bala xwe bidê metê merûmê
Egîtê mala bavê min xwe qeyd kirinê li dosyê hikûmatê
Derbas kirin nav duwela
Vê sibekê hela tu bala xwe bidê
Herçî hespên ku ji meydanê têne nava mala
Ez ji te ra sond bixwim
Zengû bi xwin e zînî vala wayê
Ax Dêran Dêran Dêran Dêran

Hedo digo Gulê rebenê tu rabe
Emê serê xwe kur kin
Bi heft guzana û dozdeh kêran
Mala Emer û mala Şewêş li Kejikî wêran
Li hev anîne qira şêra û mêra
Hewû bê ho yo yoooo...

Şakiro Deran Deran indir, Deran Deran dinle , Deran Deran Sözleri, Deran Deran Bedava Mp3 Zil Sesi, Akor
İLGİNİZİ ÇEKEBİLECEK DİĞER İÇERİKLER
  • Turan Şengül - Li Xwe Baş Binêre Turan Şengül - Li Xwe Baş Binêre Turan Şengül Li Xwe Baş Binêre Kürtçe Şarkı Sözleri; Min kir ne kir çênebû jiyаn dev ji min berdа çû Dilê min ji bo te helyа bû evîn dev ji min berdа çû Kа were bа min roniyа min destê xwe dirêjê min ke Kа were bа min tаriyа min wextê min nemа lezke Ezê birevim herîm evîndаr im Çаr аliyê deştаn hevаl heviyа min in Ez&e...
  • Hunergeha Welat - Şervano Hunergeha Welat - Şervano Özgürlük şarkısı olarak bilinen Şervano şarkısı dinleyicilere moral adına yapılan hikayeside oldukça farklı bir şarkıdır. Türkiye’nin Rojava’ya operasyonu sonrasında  yayınlanan Şernavo kısa sürede geniş bir dinleyici kitlesine ulaşarak Rojava'nın sembolü haline geldi.Müzisyenler, saldırıyla birlikte halka moral vermek için “Şervano” adlı şarkıyı yaptıklarını söylediler.Haci Musa&...
  • Aram Serhad - Yek Mûmik Aram Serhad - Yek Mûmik Aram Serhad Yek Mûmik Şarkı Sözleri; Çûme Mûsilê carek, min anî hine barek Heçî malê keç tê de, me dabûye sihanek Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik Çar mûmik, çarde mûmik Serê malê misqalik Bûk li zavê bimbarek ha nînna Ha nînna heyra nînna Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we Kan&i...
Yorumlar Yorum Yap

    Bu şarkıya ilk yorum yapan siz olun